Kesên ji ber Ala Kurdistanê hatibûn desteserkirin hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanên ku li Amedê ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê di lîstika Amedspor û Bursasporê de hatibûn desteserkirin, ji aliyê dadgehê ve bi mercê qedexeya derketine derve û kontrola edlî hatin berdan.

5 Ciwanên ku ji ber Alaya Kurdistan û diruşmeyên Bijî Kurdistan hatibûn desteserkirin li Navenda Ewlekariya Amedê îfadeya wan hat wergirt. 

Piştî ku îfadeya wan hat standin bo dadgeha hatin şandin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak ragihand ku 5 Ciwanên ku ji ber Ala Kurdistan û diruşmeyên Bijî Kurdistan hatibûn desteserkirin biryara dadgehê bi mercê qedexeya derketina derve û kontrola edlî hatin berdan.

Yek ji kesên hatî desteserkirin Mustafa Konuk ji Rûdawê re diyar kir ku ew bi tohmeta rêxistina ne yasayî hatin tawanbarkirin û got: “Ji me re gotin ku ew tişortê we li xwe kiriye, rengê rêxistina terorê dide û sembola terorê ne. Me jî got ku ew wêneyên Jîna Emînî ya hatiye qetilkirin e, me xwest wê bînin rojevê. Erê me Ala Kurdistanê bilind kir û weke herkesê got ‘bijî Kurdistan’ û herkesê jî piştgiriya me kir û me bi hezaran bi hev re ev dirûşm got. Di dadehê de jî me got me ti suc nekiriye em Kurd in û welatê me Kurdistan e û me ala Kurdistanê bilind kiriye.”

Konuk herwiha da zanîn ku dema ew li stadyumê bûne hewla desteserkirina wan hate dayîn li kesên li stadyumê ew dorpêç kirine û rê nedane hêzên asayîşê wan bibin, lê roja paştir ew bi xwe çûne xwe radest kirine.

Roja Yekşemê  tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama 2-0 ew tîm têk bir. Di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek kesan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin, herwiha hin kes jî bi tîşortên wêneyê keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê de li Tehranê canê xwe ji dest dabû, li stadyumê amade bibûn.

Ji ber Ala Kurdistanê li ser lîstika Amedsporê û Bursasporê lêpirsîn hatibû destpêkirin û herwiha 5 ciwan bi îdiaya bangeşeya rêxistina neyasayî (PKK) hatibûn desteserkirin.