Helwesta Cîgirê Serokê HUDPARê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Mehmet Huseyin Yilmaz nerazîbûn li hemberî desteserkirina civanên di lîstika Amedspor-Bursasporê Alaya Kurdistanê bilind kiribûn, nîşan dan û got: “Bilindkirina Ala Herêma Kurdistana Federe ne sûc e.”

Di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kir û di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek ciwanan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin. Piştî lîstikê 5 ciwan ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDAPARê Mehmet Huseyin Yilmaz jî nûçeya Rûdawê ya derbarê desteserkirina ciwanan de twît kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Mehmet Huseyin Yilmaz li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsandiye; “Çawa bilindkirina û hilgirtina ala ti dewletekê ne sûc e, bi heman awayî bilindkirina û hilgirtina Ala Herêma Kurdistana Federe jî ne sûc e.”

Roja Yekşemê  tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama 2-0 ew tîm têk bir. Di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek kesan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin, herwiha hin kes jî bi tîşortên wêneyê keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê de li Tehranê canê xwe ji dest dabû, li stadyumê amade bibûn.

Ji ber Ala Kurdistanê li ser lîstika Amedsporê û Bursasporê lêpirsîn hatibû destpêkirin û herwiha 5 ciwan jî derbarê mijarê de hatine desteserkirin.