Hevserokê Berê yê Şaredariya Kopê ya HDPê hat azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê navçeya Kopê ya ser bi parêzgeha Muşê ya Bakurê Kurdistanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rahmî Çelîk hat azad kirin.

Li gor zanyariyan Hevserokê Berê yê navçeya Kopê yê HDPê Rahmî Çelîk Îro 27ê Îlona 2022ê hatiye azad kirin.

Çelîk piştî ku sala 2016ê li şûna wî qeyûm hatibû danîn bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û bi 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû ceza kirin.

Hatiye ragihandin piştî ku îro ew cezayê  Rahmî Çelîk ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hatiye hilweşandin, ji girtîgeha Tîpa T ya Trabzonê hatiye azadkirin.