Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dengvedana bilindkirina Ala Kurdistanê berdewam e

27-09-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Ala Kurdistanê Amedspor Bursaspor Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî pêşbirka Amedsporê bi hinceta ku alên Kurdistanê bilind kirine û dirûşmên "Bijî Kurdistan" berz kirine 5 kes hatibûn desteserkirin. Ew pênç kes jî îro piştî derxistin pêşberî dadgehê hatin berdan. Hem kesên hatine desteserkirin û hem jî parêzer dibêjin nabe ku ala Kurdistanê weke sûc û tawan bê dîtin.

Pêşbirka futbolê ya Amedspor û Bursasporê qediya lê dengdana wê hê jî berdewam dike.

Pêşbirk bi 2 golên Amedsporê bi dawî bû lê ji encama pêşbirkê zêdetir, bûyerên ku di nava stadyûmê de qewimîn rojevê serobino kir.

Ji ber ku hin kesan dema temaşekirina pêşbirkê de alên Kurdistanê bilind kirin, dirûşmên Bijî Kurdistan berz kirine û tîşortên Jîna Emînî li xwe kirine 5 kes hatin desteserkirin. Her pênç kes jî piştî derxistin pêşberî dadgehê, serbest hatin berdan. Yek ji wan kesan dibêje tenê wan ala xwe bilind kiriye û ev jî nabe bibe sûc.

Kesê ku ala Kurdistanê bilind kiriye Mustafa Konuk got “Şevek em di bin çavan de man. Îro li dadgehê jî eynî pirsan kirin. Me jî dîsa eynî bersivan da. Me got ala Kurdistanê ji bo me ne sûc e. Em Kurd in, Kurdistanî ne, navê welatê me Kurdistan e, ala me jî ev e. Me ala xwe daliqandiye. Tiştekî ku em di vir de sûc dibînin tune ye.”

Kesên hatin azadkirin, şertê kontrola edlî li ser wan hate danîn û derketina derveyî welat jî li wan hate qedexekirin. Lê parêzerên wan dibêje ew bawer dike ku di rojên pêş de ev qedexeya derketina derve jî dê li ser wan bê rakirin.

Parêzerê kesên hatine desteserkirin Savaş dibêje “Di gotina Kurdistan de û Bijî Kurdistan de sûc tune ye. Heta îro li ser van tiştan gelek doz hatine vekirin. Lê ji ber ku gotine Kurdistan tu kes ceza negirtiye. Têkiliya wan û rêxistineke terorê jî nekarîn îsbat bikin. Ji ber ku ev têkilî tune ye. Ev mafekî hiqûqî ye û wan jî ev mafê xwe bi kar aniye. Weke azadiya derbirînê ye ev tişt.”

Piştî bilindkirina alên Kurdistanê ya di pêşbirka Amedspor û Bursasporê de, li ser medyaya civakî bi milyonan kes ev wêne û dîmen parve kiribûn. Alîgirên Bursasporê li hemberî alên Kurdistanê nerazîbûn nîşan dabûn lê alîgirên Amedsporê jî xwedî li vê alê derketibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst