Brîtanyayê ji bo Şirnex û Colemêrgê bo welatiyên xwe hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Brîtanyayê ji bo herdu parêzgehên Şirnex û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, hişyariya seyahetê da welatiyên xwe.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê derbarê geştên bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hişyarî da welatiyên xwe.

Di daxuyaniya xwe ya îro de Wezareta Derve ya Brîtanya ji welatiyên Brîtanyayê daxwazê dike ku ew xwe  herî kêm 20 kîlometreyan ji sînorên Sûriyê dûr werbigirin û heta ku pêwîst neke neçin Şirnex û Colemêrgê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îhtimaleke mezin heye ku terorîst li Tirkiyê hewl bidin êrîşan organîze bikin. Dibe ku hin êrîşên din ên bêserûber bên encamdan. Piraniya êrîşan li başûrê rojhilatê wî welatî û Enqere û Stenbolê pêk hatin. Welatiyên ji welatên rojavayî hatine, bi taybetî yên li bajarên mezin, tevî ku egereke mezin e bikevin ber êrişan an jî bên girtin, lê piranî dewleta Tirk, sivîl û xwepêşandanan dikin armanc. Divê hûn hişyar bin, guh bdin pêşniyarê rayedarên ewlehiyê yên herêmî, raporên medyayê bişopînin û ji pêşniyarên geştan agahdar bin.”