Ji ber hişkesaliyê derb li Bendava Patnosê jî ket

Hewlêr (Rûdaw) - Bendava Patnosê ya li ser Çemê Geviyê ya Agiriyê ji bo avdana zeviyan û jiyana ajelên kovî gelekî girîng e. Asta ava bendavê ji ber hişkesaliyê û şiliya nebarî gelekî kêm bû.

Bendava Patnosê li bakurê navçeya Patnosê ku lê masîgirî tê kırın, xelkê herêmê pê zeviyan av dide, çivîkên curbicur lê sitar dibin îsal li gor salên berê gelekî di bandora hişkahiyê de ma.

Ji ber hişkesaliyê ava bendavê gelekî vekişiya, beşeke gundê di binê avê de mabû jî derket holê.

Di sala 1985an de dest bi avakirina Bendava Patnosê kiribûn û di nav 7 salan de bendav hatibû temamkirin. Ji hewayê bi droneyê dîmenên herêma ava wê vekişiyaye hat kişandin.

Mamosteyê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Agirî Prof. Dr. Faruk Kaya daxuyanî da û diyar kir ku li Agiriyê jî wekî gelek herêmên herêman hişkahî heye.

Faruk Kaya bir bîr xist ku li dinyayê hişkahî heye, li herêma Behra Sipî şewatên daristanan derketin û li hin ciya lehî rabû û wiha pê da çû: “Dema li salên 2020-2021î dinêrin, em dibînin ku baran kêm barî. Li Agiriyê bi taybetî mehên nîsan û gulanê baran gur dibare. Îsal nîsan û gulanê baran kêm barî zivistanê jî berf zêde neket ji ber vê ava çemên ber bi bendavê dikişin gelekî kêm bû. Ji ber vê jî ava gol û bendavan jî kêm bû."

Kaya destnîşan kir ku hişkahî ji bo hemû heywan û însanan dibe xetere, xelk divê vexwarin û avdanê de ava bi baldarî bikar bînin.

Bi gotina Kaya li Patnosê dive cotkarên ku li navçeya debara xwe bi heywandarî û çandiniyê peyda dikin derbasî sîstemên avdanê yên nûjen bibin.