‘Li Tirkiyê desthilat rexnegiran wek dijmin dibîne’

27-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pênc rêxistinên ji pîşeyên rojname û nivîskaran, li hember yasaya sosyal medyayê ya ku hikûmeta Tirkiyê amade dike, nerazîbûn nîşan dan.

Cemîyeta Rojnamevanên Tirkiyê, Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyê, Yekitiya Weşanxaneyên Tirkiyê, Komelaya Nivîskaran (PEN) û Nûnertiya Stenbolê ya Komeleya Rojnamevanên Hevdem, bi navê “Pirsgirêkên astengkirina azadiya nûçeyê ku dê bi guhertina nû re derkevin” civîneke hevbeş sazkirin.

Li gor medya Tirkiyê ew rêxistin dibêjin, tê çaverêkirin ku desthilat bêyî nêrînên rêxistinên pîşeyî û saziyên sivîl werbigre yasaya sosyal medyayê di Cotmeha 2021ê de bibe parlamentoya Tirkiyêê.

Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Tirkiyê Turgay Olcayto got: “Desthilat her kesê rexneyan li wan digire, wek dijmin dibîne. Hemû kesên wek wan nafikirin dixin yek kategoriyê. Dibêje em dê rê li ber nûçeyên derew bigrin. Herî zêde ew nûçeyan vedişêrin. Nûçeyên derbarê Kurd, çepgir, sosyalîst û tundiya li dijî jinan de nabînin. 2-3 rojname tenê dinivîsînin. Evrensel û Birgun... ji bilî wan jî li Youtube çend kes hene. Niha dixwazin vê jî asteng bikin.”

Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyê Adnan Ozyalçıner jî dibêje, desthilat yasaya sosyal medyayê ji raya giştî vedişêre. Ozyalçıner got: “Îro bi zextên cuda azadiya ramanê tê astengkirin. Bikaranîna înternetê mafê mirovan e. Divê ev nebe ceza. Em hemû li dijî neyartiya biyanî û nûçeyên derew in. Dest ji azadiya nêrîn û raderbirînê nayê berdan.”

Serokê Şaxa Stenbolê ya Komeleya Rojnamevanên Hevdem Ugur Guç jî got: “Desthilat cara sêyem e guhertinan dike. Ti pêwendiya me pê re nîne. Em dizanin yasayeke ku zanyariyên rêxistinên pîşeyî li ser nebin dê çawa be. Li Tirkiyê 66 milyon kes înternetê bikar tînin, ev ne di berjewendiya desthilatê de ye.”

Pêşniyarên rêxistinên pîşeyî:

- Divê destnivîs bi raya giştî re bê parvekirin.

- Pêwîst e li şûna “tora civakî”, “platforma înternetê” bê bikaranîn.

- Divê bê diyarkirin di Qanûna Ceza ya Tirkiyê de guhertin tê kirin an nayê kirin.

- Divê li ser mijara saziya fermî raya giştî bê agahdarkirin.

- Pêwîst e çalakiyên rojnamevaniyê ne di çarçoveya yasayê de bin.

- Pêwîst e tawanên nû yên raderbirînê neyên çêkirin.

- Divê desthilatên berpirsên torên civakî di ber çav re bên derbaskirin.

- Divê bê diyarkirin, dê kî naverokê jê bibe.

- Divê azadiya zanyarî û nuçegihaniyê neyê sînordarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst