Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî dîdara xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê birêve diçe

27-09-2019
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê îro, derçûyên salên derbasbûyî yên Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêr, di helkeftekê de li hev dicivin, dê jii derçûyên zaningehê yên berê re, komeleyek bê avakirin ku bibe peywendiya di navbera wan de xurttir bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku damezrênerê Zanîngeha Kurdistanê-Hewlêrê ye di wê merasîmê de amade  dibe dê gotarekê pêşkêş bike.

Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê, sala 2006an de ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû damezrandin.

Armanca Nêçîrvan Barzanî ji avakirina wê zaniîngehê ew bûye ku saziyeke perwerdeyî ava bike ku bikare di pêşxistina herêma Kurdistanê de rol hebe.

Ji destpêka damezrandina zanîngehê ve hezar 100 xwendekaran li beşên cuda yên zanîngehê xwendina xwe qetandine.

Ji sedî 80ê yê derçûyan di sektora taybet, ji sedî 16 di dam û dezgehên hikûmî de kar dikin. Ji sedî 4ê derçûyan jî xwendina xwe ya bilind birêve dibin.

Zimanê xwendinê yê Zaningeha Kurdistanê bi Îngîlîzî ye. Zaningeha Kurdistanê beşên zanist û endezyarî, zanista civakî, kargêriya kar, pîzîşkî, peywendiyên navdewletî û herwiha beşên ji bo master û doktorayê li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst