Encamên fermî yên referandumê tên aşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Datayan ê li Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Karwan Celal ragihand, ku îro encamên dawîn ên giştpirsî dê bêne aşkerekirin.

 

Karwan Celal ji Rûdawê re ragihand, ku îro 27ê Îlona 2017an di saet 16:30î de encamên fermî yên referandumê dê werin aşkerekirin.

 

Celal herwiha diyar kir: “Encamên referandumê yên hemû bajaran gihiştiye komîsyonê û lidûvçûnên wan hatine kirin. Piştî ku endamên komîsyonê pêsend bikin, encam dê werin aşkerekirin.”

 

Roja 25ê Îlona 2017an li Başûrê Kurdistanê pêvajoya giştpirsiya serxwebûnê birêve çû. Li gor zanyariyan, rêjeya beşdarbûnê %72 zêdetir e.