Katalonyayê rojek bo referandûma serxwebûnê diyar kir

 

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Katalonyayê ya Îspanyayê dema birêveçûna referandûma serxwebûna wê herêmê diyar kir.

Îro Serokê Herêma Katalonyayê Artur Mas, projeya bi rêveçûna referandûma veqetandina herêma xwe ji welatê Îspanyayê îmze kir û got proje dê roja 9ê Mijdara vê salê li Herêma Katalonyayê bi rêve biçe.

Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy jî ragihand: “Ew proje destura Îspanyayê binpê dike û emê bi hemû awayî rêgiriyê lê bikin.”

Rajoy wiha got: “Roja dûşemê dê hikûmeta Îspanyayê bo nirxandina vê mijarê bicive û bersiveke yasayî bo referandûma Katalonyayê deyne û bixe pêşiya Dadgeha Desturî.”

Ev çend sal in Herêma Katalonyayê hewlên xwe dide ku ji welatê Îspanyayê cuda bibe û bibe dewleteke serbixwe. Lê heta niha hewlên wan bi ser neketine.