Enstîtuya kurdî ya Parîsê şerê man û nemanê dike

Têsa Manwêlo

 

Parîs(Rûdaw) -  Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980 ya li Tirkiyeyê û pê re jî dema șerê Iraq û Îranê gellek rewşenbîrên kurd koçberî Ewropayê bûn. Enstîtuya kurdî ya Parîsê ji bo wan dibû penagehek.

Ev sazî yek ji kevintirîn dezgehên kurdî yên li Ewropayê ye û gellek xebatên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî lê hatine meșandin. Karekî din ê berbiçav yê vê dezgehê komkirina çalakvanên kurd û ewropî ya bi armanca bandorkirina li ser karbidest û raya giștî ya navnetewî ye.

Ji hêla din ve Enstîtuya kurdî ya Parîsê gellek alîkarî bi hunermendên kurd re jî kiriye. Yek ji van hunermendan jî sînemakarê kurd Yilmaz Guney bû ku xelata Cannes a sala 1982ê wergirtibû.

Li gor agahdariyên serokê Enstîtuya kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, wan heta niha bursa xwendina 300 xwendekarî li ser xwe girtine. Hinek ji van bûne mamosteyên zanîngehê û hinek jî bûne endazyar. Ji hêla din ve sedî 40ê bûrsê ji bo jinan tê dayin.  

Bi hatina François Mitterrand xebat berfirehti bûn

Enstîtuya kurdî ya Parîsê destpêkê wekî komeleyeke rewșenbîrî ya ronakbîrên kurd û fransî ku bi armanca li ser meseleya kurdî bixebite kar kir. Piștî destpêka salên 1980yî xebatên wê geștir bûn û bi hatina desthilatê ya serokê Fransayê, François Mitterrand xebatên çandî berfirehtir bûn.

Bi serpereștiya Enstîtuya kurdî ya Parîsê di salên derbasbûyî de kanala televizyonê ya bi navê Kurd 1 jî hate vekirin lê belê ji ber sedemên aborî ev kanal dawiya sala derbasbûyî hate girtin. Weșandina kovareke demsalî ya li ser zimên ya perîyodîk hêjî ji hêla vê saziyê ve dewam dike.

Di warê arșîvkirina berhemên kurdî û yên derbarê Kurdan de jî Enstîtuya kurdî ya Parîsê çalak e. Pirtûkxaneya wê wekî ya herî berfireh ya kurdî ya li Ewropayê tê destnîșankirin. Di nava vê arșîvê de ji kovar, rojname û wêneyan bigire, heta vîdeoyan jî hene. Taybetiyeke din ya arșîva wê jî parastina 6500 monograf ango nameyên li gor babetan hatine diyarkirin in.

Heman enstîtuyê malovaniya pêșengehên hunermendan jî kiriye. Kendal Nezan diyar dike ku di sala 1993ê de wan li dijî jenosîda li ser kurdan pêșengehek amade kir û wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê wê demê yê Fransayê jî li pêşengehê beșdariya vê çalekiya hunerî kirin.

Kampanyayên bi bandor birêve birin

Nezan derbarê yekem konferansa navnetewî ya kurdî ku di sala 1989ê de ji hêla wan ve hatibû amadekirin vê agahdariyê dide: “Sernavê wê ´nasnameya kurd û mirov´ bû. Ji 32 welatan 240 kesayetî û 85 rojnamevanan beșdarî kirin.”

Derbarê kampanyayeke Enstîtuya kurdî ya Parîsê ku deng vedabû ,Kendal Nezan vê  bîranînê parve dike: “Mezintirîn kampanyaya me di dema koça xelkên Kurdistanê de bû. Vê kampanyayê karî bi awayekî serketî nêrîna kolana fransi bilivîne. Ne tenê kolana fransî, ji bo ku piştgiriya pêkanîna navçeyeke dijfirînê li Herêma Kurdistanê pêk were, bandor li hemû cîhanê kir."

Piştî pêkhatina hikûmeta Herêma Kurdistanê, Enstîtuya kurdî ya Parîsê piștgiriya xwe berdewam kir. Xebatên wê yên derbarê kêşeya kurdî ya li Tirkiye û Sûriyê hêjî  berdewam dikin.

Enstîtuya kurdî ya Parîsê ji aliyê 20 kesên xwebexş ve bi alîkariya hejmareke sponser û dostên wê ve birêve diçe.

Digel alîkariya rêxistinên Fransî, Ewropî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kendal Nezan diyar dike ku kêşeya wan ya darayî kêşeyeke ber bi çav e û ji bo berdewamiya xebatê wan gellek hewl daye. Di dawiyê de jî bi bîr dixe ku șerê wan, şerê manê ye.


Enstîtuya Kurd li Parîsê