Qedexeya li ser pîtên X,W,Q tê rakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin di çarçoveya xebatên reform û guherîna qanûnan ên dewleta Tirkiyê de ku wek “pakêtên demokrasiyê” tên binavkirin, di pakêta vê carê de qedexeya li ser pîtên kurdî yên X,W,Q bê rakirin.

Çaremîn pakêta demokrasiyê dê 30ê Îlonê ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ve were eşkerekirin. Li gorî Erdogan ev pakêt dê “hêviyên gelek kes û aliyan geş bike”. Lê kurd û bi taybet BDP û PKK bi guman nêzîkî vê pakêtê dibin.

Tê gotin di pakêta vê carê de dê pîtên X,W,Q yên ji roja ku alfabeya fermî ya tirkî ji şêwaza aramî derbasî latînî bû yanê ji sala 1928an ve heta niha hatine qedexekirin, dê werin bikaranîn.

Tê zanîn ku pîtên han di nav zimanê kurdî de gelekî tên bikaraînin.Li gorî qanûna zimanê tirkî, her kes û saziya ku pîtên han bikar bîne ji 2 mehan heta 6 mehan bi cezayê girtinê tê mehkûmkirin, jixwe bi vê hêcetê heta niha gelek şaredarên BDPê hatine girtin yan tên darizandin û li dijî wan doz hatiye vekirin.

Herî zêde ev kêşe di navên kurdî de diyar dibe. Gelek caran li deverên kurdî yên Tirkiyê bi hêceta ku di navan de pîtên X,W,Q heye kurdan nedikarîn nasnameyên xwe werbigirin û diviya navê xwe biguherînin.

Mînak, neviya Apê Mûsa ya bi navê Asiwa ji ber ku di navê wê de pîta W heye, dê û bavên wê neçar mabûn navê keça xwe biguherînin. Cara yekemîn ev qedexe sala 1996an hat şikandin. Dema malbateke kurd li Batmanê navê keça xwe danîbûn “Clara Xazal” karmendê nişîngehê bi hêceta ku navek almanî ye û navê din jî “nayê zanîn çiye” navê wê nenivîsandibû. Lê paşê wezareta karûbarên hundir ji malbata keçkê re wiha got: “Em dikarin navê Clara qebûl bikin lê Xazal na”. Lê di dawiyê de kar kişand dadgehê û dadgehê sala 1997ê biryar da ku mafê qaymeqam nîne ku navan tomar bike û bi vî awayî navê “Clara Xazal” hat tomarkirin.