Ji ber êrişên Tirkiyeyê gund vala dibin: ‘Xelk dê çi bike?’

Zaxo (Rûdaw) - Xelkê Gundê Çimbilkê yê nahiyeya Kanî Masê ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de neçar maye gundê xwe vala bike.

Ji ber şer du rojan berî niha agir bi gund ket û şêniyên gund koçber bûn.

Beşek ji wan çûne Dihokê û beşek jî li gundên derdorê bi cih bûne.

Di encama şer û pevçûnên PKK û artêşa Tirkiyeyê 24ê Tebaxê agir bi gund ket û tevî 3 xaniyan hemû rez û bîstanên gundiyan şewitîn.

Herêm cihekî leşkerî ye, gund vala bûye û kes tê de nemaye.

Malbata Mam Tahir piştî şerên giran bûye du beş û aware bûye.

Ew niha li gundê Mêrga Qesrê dimîne, 9 kesên ji malbata wî jî çûne Dihokê.

Cotkarê ji gundê Çimbilkê Tahir Emîn li ser rewşa dawî ya gund got:

“Em niha çûn Mêrga Qesrê. Rez û eqar hemû şewitîn, tiştek nema.

Êdî ji ber ku hemû şewitîn jiyan li vir zehmet e.

Zehmet e mirov ji nû ve ava bike.”

Li derdora gund bermahiyên şerên giran hene.

Gund wêran bûye û vegera jiyanê lê zehmet bûye.

“Xelk were dê çi bike?”

Muxtarê gundê Çimbilkê Nizar Ebas jî anî ziman:

“50-60 donim erdên gundê Çimbilkê hemû şewitîne. Xelk were dê çi bike?

Tu bi salan pereyan berhev dikî û ji xwe re cihekî ava dikî lê zehmet e piştî ku şewitî careke din ava bikî.”

Bi giştî 8 malbatên gundê Çimbilkê çûne gundên derdorê û Dihokê.

Yek ji wan malbata Çiya ye û ew di nav agir de mabû.

Çiya bi zehmetî xwe rizgar kir, niha ew jî ji gundê xwe derketiye û bê dahat maye.

Cotkarê bi navê Çiya Necat got:

“Ji her çar aliyan ve agir hat ser xaniyê me.

Ez di mala xwe de di nav agir de mam.

Li nêzîkî min xortimek hebû, min xwe bi wê şil kir û ji nav wî agirî derketim.

Jiyana me hemû li ser gund bû. Rez, bîstan û pez bû, niha nema, hemû şewitî.

Em jî çûn bajêr û di maleke kirê de dimînin.”

Gundê Mîskanê yê ku 3 kîlometreyan ji gundê Çimbilkê dûr e niha herêmeke germ a şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye.

Ji 20ê Hezîranê ve bi berdewamî şer û alozî lê rû didin.