Li Koyeyê qeza: Miriyek û 27 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê otobûs wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Li devera Gundê Kilke Simaqê yê Koyeyê otobûsek wergeriya.

Rêvebirê Tenduristiyê yê Koyeyê Kamaran Şêxanî derbarê qezayê ji Rûdawê re axivî û got:

“Otobûsa rêwiyan li nêzîkî Gundê Kilke Simaqê ye Koyeyê wergeriya. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.”

Bi gotina Kamaran Şêxanî birîna çend kesan xedar e û metirsî li ser jiyana wan heye.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên derdorê.

Derbarê qezayê lêpirsîn berdewam dike.