Şewata li Hewlêrê hat kontrolkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Agirê ku şeva borî li ser rêya 60 Metrî ya Hewlêrê bi çend dikanan ketibû hat vemirandin.

Şewatê şeva borî derdora saet 22:00yan dest pê kiribû û agir bi çend dikanan ketibû ku aksesuarên otomobîlan difiroşin.

Peyam Serbesta Nûçegihana Rûdawê da zanîn ku şewat niha hatiye kontrolkirin lê tîmên agirvemirandinê ji bo tedbîrê li cihê şewatê ne.

Heta niha jî sedema şewatê diyar nebûye lê xisareke mezin gihandiya wan dikanan.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal jî şeva borî ragihandibû ku xebatkarekî tîmên agirvemirandinê dema hewl dida êgir vemirîne birîndar bûye.

Berdevkê Saziya Parastinê ya Sivîl Şaxewan Seîd ji Rûdawê re dabû zanîn ku xisara madî heye û dê paşê sedema şewatê û xisarên wê eşkere bikin.