Cotkar ji biryara hikûmetê ne razî ne: ‘Sal bi sal xwezî bi par’

27-08-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Amed Cotkarî Garis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Dexlûdanê ya Tirkiyeyê bihayê garisên ku ji cotkaran dikire tenê ji sedî 5 zêde kir.

Ofîs dê tona garis bi 6 hezar lîreyên Tirkî bikire. Cotkar li hemberî vê biryarê ne razî ne.

Cotkar bal dikişînin ser wê yekê ku mesrefên cotkariyê mazot, gubre, derman û heqdest ji sedî 150 zêde bûne.

Cotkar dibêjin ew bi vê bihaya ku hatiye diyarkirin zerarê dikin û dixwazin bihayê tonek garis herî kêm bi 9 hezar lîreyên Tirkî be.

Cotkarên garisan li bin siya dara tûyê rûniştine û mesrefên îsal ên garisan bi germegermî nîqaş dikin.

Ji ber ku Ofîsa Berhemên Çandiniyê ya Tirkiyeyê îsal tona garis bi 6 hezar lîreyên Tirkî hesab kiriye, cotkar ne razî ne.

Li Amedê îsal cotkaran li ser 300 hezar donim erd garis ajotiye

Li gorî hesabê Serokê Odeya Cotkaran Silêman Îskenderdoglu îsal dê derdora 350-400 hezar ton garis li Amedê bê berhemanîn.

Li aliyê din, dewletê bihayê garisê ku ji cotkaran dikire tenê ji sedî 5 zêde kiriye. Ev yek kuştina karê cotkariyê ye.

Serokê Odeya Cotkaran a Yenîşehîrê ya Amedê Silêman Îskenderoglu li ser rewşa cotkaran got:

“Çiqas zem hatiye ser mazotê, çiqas zem hatiye ser tov, ceyranê û gubreyê, bila ewqas zem jî bavêjin ser garisan.

Em tiştekî zêde naxwazin. Mesrefan heta niha ji sedî 100 heta ji sedî 150 zem xwariye. Li gorî vê zemê em ji bo garis jî zemê dixwazin.”

Hemze Kaya jî cotkarekî mezin ê Amedê ye. Wî par 2 hezar donim erd ajotiye.

Ji ber ku mesref zêde bûne û garis jî pere nekiriye, wî îsal tenê hezar donim erd ajotiye.

Ew sal bi sal erdê ku dajo kêmtir dike.

“Sal bi sal xwezî bi par”

Cotkarê bi navê Hemze Kaya jî anî ziman:

“Hûn dibînin, cotkarên feqîr nizanin çi bikin. Mesref hemû du qat bûne. Bihayê garisan jî hîn wekî sala borî ye.

Ka cotkar dê çi qezenç bike? Em jî şaş bûne. Sal bi sal em kêm dikin. Gotineke me Kurdan heye, dibêjin sal bi sal xwezî bi par.”

Li Amedê li ser 3 milyon donim zevî çandinî tê kirin.

Di sîstema Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê de 38 hezar cotkarên fermî hene.

Herwiha beşeke mezin a xelkê Amedê debara xwe bi cotkariyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst