Elektrîka gundê Qerhêtayê dê were berdan: Stûn hatin danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Çinarê biryara berdana elektrîka gundê Qerhêtayê da.

Dadgeha Çinarê li ser qutkirina elektrîka gundê Qerhêtayê yê navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê biryar da ku elektrîka gund bê berdan.

Elektrîka gund ji aliyê Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dicleyê (DEDAŞ) ve bi hinceta ku karebaya qaçax bi kar tînin û deynê xwe nadin hatibû qutkirin.

DEDAŞê 11ê Tebaxê bi hinceta deynê hinek welatiyan ê bîrên avê heye elektrîka gundê Qerhêtayê bi temamî qut kiribû û 3 stûnên elektrîkê rakiribûn.

Gundiyan li Dadgeha Çinarê giliyê DEDAŞê kir û wan doz vekir.

Dadgeha Çinarê biryar da ku birîna elektrîka gund bi temamî li dijî Rêziknameya Xizmetên Bikarhênerên Bazara Enerjiyê ye.

Divê DEDAŞ 24 demjimêran elektrîkê bide

Dadgeha herwiha diyar kir ku divê DEDAŞ ji bo dabînkirina ava gund 24 demjimêran karebayê bide gund.

Piştî biryara dadgehê stûnên ku hatibûn rakirin di bin çavdêriya berpirsên Rêveberiya Îcrayê ya Çinarê de careke din hatin danîn.

DEDAŞê roja 11ê Tebaxê elektrîka gundê Qerhêtayê birîbû, vê yekê nerazîbûn li pey xwe anîbûn.

Muxtarê gund Necatî Ertem piştî qutkirina elektrîkê dev ji muxtariyê berdabû û li şûna wî qeyûm hatibû danîn.