6 meh derbas bûn: Li Mereşê bi dehhezaran kes di kon û konteyneran de dijîn

27-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Mereş Konteyner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê, 61 hezar û 721 mexdûrên erdhejê di konteyneran de dijîn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, tevî ku di ser erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê re zêdetirî 6 mehan derbas bûbin jî heta niha bi dehhezaran kes di kon û konteyneran de dijîn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), amarên kesên ku li Mereşê di konteyneran de dijîn belav kirin.

Li gorî amaran, piştî erdhejê li Mereşê û navçeyên wê li 51 cihan 23 hezar û 212 konteyner hatine danîn.

61 hezar û 721 mexdûrên erdhejê di wan konteyneran de dijîn.

AFADê herwiha ragihand ku 2 hezar û 500 dikan hatine temamkirin û çêkirina 19 hezar û 418 avahiyan berdewam dike.

Li aliyê din, di amaran de hejmara kesên li konbajaran dijîn nehatiye eşkerekirin.

Di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Di wan erdhejan de zerera herî zêde li Mereşê û navçeyên wê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst