Li Amedê 9 kes hatibûn kuştin, hejmara girtiyan bû 14

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bismilê ya Amedê, 15ê Hezîranê ji ber nakokiyên li ser zeviyan 9 kes hatibûn kuştin.

Di heman şerî de 2 kes jî hatibûn birîndarkirin.

Gumanbarekî din hat girtin

Gumanbarekî din ê vê bûyerê hat girtin û hejmara girtiyan bû 14.

15ê Hezîranê li gundê Şidadê yê Bismilê ji ber nakokiyên li ser zeviyan, du navbera malbatan de şer rû dabû.

Di vî şerî de 9 kes hatibûn kuştin, 2 kes jî hatibûn birîndarkirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ya li ser bûyerê didome.

Z.Tyê ku ji ber bûyerê hatibû desteserkirin, hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku derheqê vê bûyerê de tê birêvebirin de berê 13 kes hatibûn girtin.