Sê ciwan di bendaveke Kirmaşanê de xeniqîn

27-08-2022
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Bendava Zagrosê Xeniqîn Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Bendava Zagrosê ya parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê de 3 ciwanên xelkê bajarê Giyelan ser parêzgeha Kirmaşanê ketin nav avê û canê xwe ji dest dan. Qeymeqamê Giyelan jî dibêje, ew ciwan çûne nêzîkê deriyê bendavê û nikarîne derkevin.

Roja Înê piştî nîvro 28ê Tebaxa 2022ê 3 ciwanên xelkê bajarê Giyelan ser bi parêzgeha Kirmaşanê bo derbaskirina demeke xweş çûne Bendava Zagrosê, lê çûne cihekî metirsîdar ê bendavê û ew jî bûye sedem ku bixeniqin.

Li gor Qeymeqamê Giyelanê Wehîd Mihemmedî, ew ciwan çûne wî cihê av jê derdikeve û hêza avê ew hersê ciwan li deriyê bendavê dane û derfet nedaye wan ku derkevin û bi wî awayî jî canê xwe ji dest dane.

Rêveberê Kontrolkirina Krîzan a Parêzgeha Kirmaşanê Xulamreza Şehbazî roja Înê daxwaz ji xelkê parêzgehê û geştyaran kir ku li wan cihên kûr û metirsîdar melevaniyê nekin. Bi gotina Xulamreza, temenê wan hersê ciwanan di navbera 30 – 36 salan de ye û baş melevanî nedizanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst