ÊLIH - Gundek debara xwe bi xwê dike

27-08-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Êlih Hezo Kurerî Xwê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kurerî yê navçeya Hezoyî ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ve xelkê gund debara xwe li ser berhemanîna xwê dikin.

Debara hemû gundê Kurerî yê Hezoyê li ser berhemanîna xwê yê latan e, gundî ji dawiya biharê heta payîzê avên xwezayî yên ji çiyayan derdikevin li qadan digrin û li ber 40 pile germê, xwê berhem tînin. Zivistana xwe jî bi firotina xwê derbas dikin. Gundiyên Kurerî ku 400 kes li dijî, dibêjin bi saya xwê neçar namînin ku biçin metropolê Tirkiyê bixebitin û nanê xwe li ber mala xwe qezenc dikin.

Muxtarê gund Cuma Yuksel got "Debara gund li ser xwê ye. Zivistanê jî ji xwe zivistan e. 4 mehan berdewam dike. Pileya germê çiqas zêde be, xwê ewqas xweş, spî û zêde dibe. Hemû gundî berjewendiyê jê dibînin û karê xwê de dixebitin. Havînan ji bo kar naçin xerîbiyê."

Xwê yê ku tê berhemanîn li ser rê û li nav bazara Êlihê û li gor daxwazê, bo bajarên Cizîr, Wan, Mêrdîn, Amed û Mûş û bajarên din ên Kurdan tê şandin.

Mişteriyê ji Sêrtê Serhat Yuksel dibêje "Ji ber ku xwezayî ye penêr û pelan xirab nake. Mirovên me jî xwestin, em ê wek diyarî ji wan re jî bibin. Helbet em li malê jî bikar tînin û bo mirovên xwe jî pêşniyar dikin û wek diyarî jî dibin."

Tê gotin ku 500 sal in li gundê Kureriyê xwê tê berhemanîn, gundiyên ku ev pîşe ji bav û kalan wergirtine û bi şewazên kevneşopî berdewam dikin, dixwazin veguhesînin nifşên nû. Lê ne diyar e li hember pêşketina teknolojiyê heta kengê li ber xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst