Li Şirnexê birîna daran hat protostokirin

27-08-2021
RÛDAW
Nîşan Şirnex Birîna Daran Hasan Ozguneş HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî dîmenên birîna darên li Çiyayê Çelênimêjê li ser sosyal medyayê belav bûn nerazîbûn zêde bûn.

Bi organîzeya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, birîna daran li Çiyayê Çelênimêja yê Kanîsarkê li quntarên çiyê hat protestokirin.

HDPê bi diruşma "Ji qetilkirina daristanên Besta û Cûdî re bêdeng ne-mîne" li quntarên çiyayê Çelênimêja çalakî li dar xist û daxuyaniyek belav kir.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş dibêje “Bi destên desthilata AKPê û MHPê daristan tên şewitandin û yên mane jî tên birîn.”

Hasan Ozguneş got jî “Li Cûdî, Gabar, Besta, Qileban û Elkê darên me tên birîn. Niha jî li herêma Bestayê dar tên birîn û xweza tê talankirin. Birîna daran bûye wek çandekê. Ji bo rantê daristanên me tên birîn. Li heremê birîna daran hîn berdewam dike. Her wiha ji bilî birîna daran daristanên me tên şewitandin û ev şewat hîn berdewam dike. Ev şewat jî bi destên leşkeran tê derxistin. Li Dersîmê jî bi rojane şewata daristanan berdewam dike.”

HDPyiyan piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê protestoya xwe qedandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst