Li Bakurê Kurdistanê hişkirina tirî destpê kir

27-08-2021
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirî Kercews Êlih Çandînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kercews ê ser bi parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê ve, xelkê dest bi hişkkirina tirî û çêkirina mewîcan kiriye.

Ji bo amadekariyên demsala zivistanê, li Bakurê Kurdistanê her sal xwediyên baxên tirî ji nîvê meha Tebaxê ve dest bi hişkkirina tirî û çêkirina mêwîjan dikin.

Hesen Biçakçi, Cotkar, dibêje, “Piştî tirî cihê dikin û dişon, li ser erdê datînin, piştre 15 rojan li bendê dimînin heta ku dibe mewîc û piştre kom dikin. Em berhemên xwe ji bo xwe bikar tînin, tiştê zêde jî em dibin bazarê difiroşin.”

Îsal hemû navçe rastî hişkesaliyê hat û baran, li gorî sala borî gelekî kêm bû.

Rêveberê Çandiniya Kercewsê dibêje, rûberê baxên tirî li bajarokê wan nêzîkî 50 donim hene û xwediyên baxan gelek mêwîj berhem tînin.

Metîn Kaplan, Rêveberiya Çandiniya Kercewsê, dibêje, “Berhema me ya îsal gelekî baş e. Tevî hişkesaliyê berhem baş e, ti pirsgirêkên me nîn in derbarê nexweşia daran".

Ji bilî çêkirina doşav, bastiq û beniyan, beşeke mezin ji vî tirî tê hişkkirin û dibe mêwîj.

Li gorî raporta desteya Amara Tirkiyê ya sala borî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 213 hezar ton tirî bo 57 welatan hatiye hinardekirin bi guhayê 158 milyon dolar.

Li gorî heman heman desteyê Rûsya, Ukrayna û Almanyayê welatên sereke ne bo hinardekirina berhemên tirî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst