Videowall - Belavbûna Hêzên Rûsyayê li navçeyên HSDê

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeyên di bin kontrola HSD û Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê jibilî hêzên Amerîkayê û hêzên rejîmê, hejmareke hêzên Rûsyayê jî hene.

Belavbûna Hêzên Rûsyayê li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi vî awayî ne.

23 xalên Hêzên Rûsyayê li navçeyên HSD hene;

- Firokexaneya Qamişlo

- 2 xal li navçeya Qamişlo

- 1 xal li navçeya Amûdê

- 2 xal li navçeya Dêrikê

- 3 xal li navçeya Serê Kaniyê

Rûsya berdewam hewil dide, hebûna hêzên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê bihêztir bike û hejimara serbazên xwe li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike, ku di dawiya sala borî de, bi sedan tank, zirîpoş û barhilgirên pêdiviyên lojistîk, ji bingeha Himêmîm şandine balefirxaneya Qamişlo, herwiha nêzîkî 500 polîsên leşkerî li bargeha xwe ya Qamişlo û Amûdê belav kirine.

- 2 xal li rojhilatê Dêre Zorê

- Firokexaneya Tebqe

- 1 xal li Reqayê

- 3 xal li bakurê Reqayê

- Bingeha Eyn Îsa

- Baregeha Firqeya 17 li bakurê rojhilatê Reqayê

Rûsya ji destpêka êrîşa Tirkiyê de li ser herdu herêmên Rojavayê Kurdistanê, Girê Spî û Serê Kaniyê, di 9.10.2019an de, di dema ku hêzên Amerîkî ji wan herêman vedikişiyan, yên Rûsî li şûna wan bicih dibûn, ku heta niha li 23 cihan xalên xwe yên serbazî çêkirine, ku ew cih di bin desthilata HSD de ne.

- Bingeha Sirrîn li başûrê Kobanî

- 1 xal li Kobanî

- 2 xal li Minbic

- 1 xal li Til Rifat

Rûsya hewil dide ku pêgeha xwe li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê re, li Qamişlo, Amûdê, Serê Kaniyê, Tiltemir, Reqayê, Eyn Îsa, Minbic, Kobanî, Tebqa, Til Rifat li navçeya Şehbayê, bi hêz bike.