Heyder Şeşo: Hêcet ji bo Tirkiyê tê xweşkirin ku êrîşan bike

27-08-2020
RÛDAW
Fermandarê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo
Fermandarê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo
Nîşan Şingal Heyder Şeşo Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo ragihand ku hêzên niha li Şingalê ne, hêcetê ji Tirkiyê re xweş dike ku êrîşê wê navçeya Başûrê Kurdistanê bikin.

Fermandarê HPŞê Heyder Şeşo beşdarî bultena Rûdawê bû û tekîldarî hêzên li Şingalê û êrişên bo ser herêmê de û pêşhateyên herî dawî yên li navçeyê de axivî.

Heyder Şeşo amaje bi wê yekê kir ku sedama sereke ya aloziyên li navçeya Şingalê, vedire nakokiyên ji sala 2013an ve di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de berdewam in û got: “Heta niha jî li ser madeya 140 negihîştine ti encamekê ku îdareya navçeyan bê kirin. Piştî sala 2014an hikûmeta Iraqê ji wan hêzên niha li Şingalê ne hemû derfet dan ku li wê derê bicih bibin.”

Heyder Şeşo destnîşan kir ku ew hêzên niha li Şingalê ne, hêcetê ji Tirkiyê re xweş dikin ku bi firokeyên şer her gav êrişî navçeyê bikin û rewşa ewlehiya navçeya têk biçe û li ba xelkê herêmê tirs çêbe.

Bi gotina Heyder Şeşo, li Şingalê niha bi dehan hêz hene û piraniya endamên wan her çend ji xelkê deverê pêk bin jî, lê ne di berjewendiyên xelkê navçeyê de bûne, lewma divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê piştgiriya plana Amerîkayê ya nehiştina hêzên biyanî bikin.

Şeşo anî ziman ku eger Amerîka di gotin û planê xwe de cidî be, dikare sedemên ku Şingal nayê avakirin û xelkê wê venagerin ji holê rake û çareseriyê ji van pirsan re bibîne.

Derbarê hebûna Heşda Şeîbî de Şeşo got ku ew bi biryara parlamentoya Iraqê çûne Şingalê, lê niha planê wan hatiye guhertin û dixwazin siyaseta xwe li ser xelkê herêmê ferz bikin û xelkê Şingalê ji hebûna wan dilxweş nebûye.

Têkildarî peywendiyên di navbera PKKê û hêzên Şîe yên Iraqê de jî Heyder Şeşo pêştir jî ji Rûdawê re diyar kiribû, hevahengî di navbera  PKKê û wan hêzan de heye û gotibû, ew bi xwe bi aşkere dibêjin, em ser bi Heşda Şeibî û Wezareta Berevaniya Iraqê ve ne û mûçeyên xwe ji wan werdigrîn.

Piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê, hêzên nêzîkê PKKê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din nêzîkê Şingalê bûn û piştî nemana DAIŞê Yekîneyên Parastina Şingalê hat damezrandin. Tirkiyê jî çend caran bi wê hincetê êrîşên esmanî birin ser wê navçeyê. Niha wek rêyekê bo parastina serweriya Iraqê û rêgirtin li wan êrîşên Tirkiyê, Amerîka dixwaze ew mijar bi nemana wan hêzan li Şingalê were çareserkirin.

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê û gund û bajarokên derdorê û herêmên Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê kir û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin. Di encama êrîşa ser Şingalê de, bi sedan hezar kes ji Kurdên Êzidî aware û koçber bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst