Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lêpirsîna îhaleya xeyalî hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derbarê rêveberiya qeyûm de lêpirsîna îhaleya xeyalî hatiye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîneke berê de gelek kes hatibûn girtin.

Derbarê rêveberiya berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de lêpirsîn hat destpêkirin ku qeyûm birêve dibir. Bûrokratên pile bilind jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin û 8 ji wan li ser gendeliyê hatin girtin.

Derbarê mijarê de Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş ji rojnameyeke Tirkiyê re tenê got: “Lêpirsîn berdewam e.” Lê ti zanyariyên din nedane.

Hatibû ragihandin ku Li Mêrdînê di îhaleyên Rêveberiya Parastina Jîngehê ya Şaredariyê de gendelî hatiye kirin û “îhaleyên xeyalî” hatine kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li bajarokê Nisêbînê jî îhaleya serrastkirina qada depokirina zibil ku 12ê Îlona 2018an bi bihayê 2 milyon û 529 hezar û 300 lîreyên Tirkî hatibû kirin “xeyalî bûye.” Li gor lêkolînan gelek gendelî hatiye kirin û derbarê gelek berpirsên paye bilind ên şaredariyê de doz hatibû vekirin.