Bi sedan pêşmerge piştî perwerdeya leşkerî ji bo erk amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Xûleke perwerde û rahênana leşkerî ya pêşmergeyên zêrevaniyê îro Sêşemiyê bi dawî hat, ku têde bi sedan pêşmerge perwerdeya leşkerî dîtin.

 

Li Fêrgeha Perwerdeyê ya Pilingên Zêrevaniyê, merasima bidawîhatina xûla perwerde û rahênana leşkerî ya hejmarek pêşmergeyan birêve çû. 

 

Ev xûla rahênan û perwerdeya leşkerî bi navê Şehîd Eskender Gerdî hatibû vekirin û bo dema mehekê dom kir.

 

Di wê xûlê de 100 nîşangir û 357 cîgirên serdesteyan beşdar bûn, herwiha pêşmergeyên beşdar di wê xûlê de, "Rahênana Dîwar, Nîşan (qenas) û Komando" temam kirin.

 

Di merasîmê de her yek ji Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Fermandarê Fermandehiya Zêrevanî, Ezîz Weysî û nûnerên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî amade bûn.

 

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed di merasimê de axivî û ragihand, pêşmergeyên zêrevaniyê roleke bi bandor di berevanîkirina Kurdistanê de hebûne.

 


Rêber Ehmed herwiha got, ku di salên bihorî de pêşmergeyên zêrevaniyê roleke baş di parastina Kurdistanê de dîtine û baştirîn wefa bo xwîna şehîdan jî berdewamkirina rêbaza wan û xwerêkxistin û amadekirina ji bo her egereke nexwestî ye, ku rûbirûyê xelkê Kurdistanê û asayîş û aramiya wê bibe.