Xelkê Dêre Zorê ji ber ava pîs û germê nexweşiyên giran digrin

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê devera Dêre Zorê ji ber pîsbûna ava vexwarinê û germa zêde bi nexweşiyên tîfo û taya Maltî dikevin, Nexweşxaneya El-Leys li gor şiyanên xwe yên sînordar hewl dide nexweşan derman bike.

 

Nexweşxaneya El-Leys ku dikeve rojhilatê parêzgeha Dêre Zorê ya ser çemê Firatê, taybet e bi nexweşiyên veguhêz, xelkê vê deverê ji ber pîsbûna ava vexwarinê û germa zêde bi nexweşiyên tîfo û taya Maltî dikevin û ji hev vedigirin, nexweşxane jî li gor şiyanên xwe yên sînordar hewl dide nexweşan derman bike.

 

Rêveberê Nexweşxaneyê Diham Ebid diyar dike: “Di dema dawî de ji ber pîsbûna ava vexwarinê û kêmbûna dermanê paqijkirina avê nexweşiyên veguhêz li deverê zêde bûne, xelk bêyî ku avê derman bikin, yekser ji çemê Firat vedixwin.”

 

Tîfo û taya Maltî nexweşiyên herî zêde ne ku xelkê deverê pê dikevin, ava nepaqij û germa havînê ya dijwar wiha kiriye ku nexweşiyên veguhêz di nav xelkê rojhilatê Dêre Zorê de belav bibin.

 

Perestarê bi navê Ebdirehman Mihemed dibêje: “Nexweşiyên Tîfo û taya Maltî di nav xelkê deverê de zêde bûne, di encamê de laş gelekî germ dibe, lawazî çêdibe û movik gelekî dêşin, sedema wan nexweşiyan jî ava çemê Firatê ye.”

 

Nebûna dermanê paqijkirina ava vexwarinê li deverên nû kontrolkirî ji dest DAIŞê, dibe sedema zêdebûna nexweşiyên veguhêz.

 

Welatiyê bi navê Hamid Hemîd dibêje: “Em ji ber pîsbûna ava vexwarinê nexweş dikevin, herwiha kêmbûna derman û amûrên paqijkirina ava vexwarinê wiha kiriye ku nexweşî zêde bibin.”

 

Tevî ku deverên rojhilatê parêzgeha Dêre Zorê ji aliyê şervanên HSDê ve ji destê çekdarên DAIŞê hatine derxistin, lê ew dever ji piraniya xizmetguzariyan bêpar in, bi taybetî ava paqij û dermankirin.