Şandeke HDPê li ser şewata daristanan diçe Dêrsimê
Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke 11 kesî ya Partiya Demorkatîka Gelan (HDP) dê sibe serdana wan herêmên Dêrsimê bike, ku agir bi daristanên wan deran ketiye.
Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê jî ji doh ve operasyona hêzên ewehiyê yên Tirkiyê li dijî PKKê dest pê kirine û helîkopterên artêşa Tirkiyê çend deverên Dêrsimê bombebaran kirine.
Li gorî zanyariyan, di encama bombebaranê de cardin agir bi daristanên çiyayên Dêrsimê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin.
Her li ser berdewamiya şewata li daristanên Dêrsimê, HDPê ragihandiye, ku dê çend parlamenterên xwe jibo şopandin û lidûvçûna rewşê bişîne herêmê. Hatiye ragihandin, ku dê şandeke 11 kesî ya HDPê sibe roja Sêşemî 28ê Tebaxê biçin Dêrsimê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HDPê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku cîgirên hevserokên HDPê Alîcan Onlu, Murat Çepnî û Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê Ayhan Bîlgen, Kargêrê Îdarî yê HDPê Mahmut Tagrul û parlamenterên wê partiyê Erkan Baş, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemir, Mehmet Tiryaki, Dilşat Cambaz û Kemal Bulbul dê roja Sêşemî 28ê Tebaxê serdana wan herêmên Dêrsimê bikin, ku agir li daristanên wan deran ketiye.