Bazara Sûr a Amedê ber bi nemanê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) – Her çend ku Cejna Qurbanê nêzîk dibe, lê belê bazara Sûr a Amedê ku di salên borî de, yek ji navendên sereke yê danûstandina cejnan bû, ji kiryaran xalî ye û kiryar pêdiviyên xwe bêhtir ji molên modern dabîn dikin.

 

Berî cejna Qurbanê , liv û tevgera danûstendina cejnê li nav bazarên Amedê dest pê kir; niha xelk, ji bo hewcehiyên cejnê berê xwe didin nav bazaran. Kinc û kiras, kelûpel û şekirên cejnê hewcehiyên sereke ne, ku li ser dezgehên firoşkaran ji niha ve cihên xwe girtine. Ji aliyeke din ve Bazara Sûra Amedê ku di salên borî de, yek ji navendên sereke yê danûstandina cejnan  bû, ji kiryaran xalî ye û kiryar pêdiviyên xwe bêhtir ji molên modern dabîn dikin.

 

Cejna Qurbanê her nêz dibe, di nav bazarên Amedê de jî liv û tevger zêdetir dibe.

 

Di salên borî de navenda danûstendina kelûpel, kinc û kiras û noqilên cejnan nav bazarên taxa Sûrê bûn; Lê ji ber xelkên Amedî  bêhtir berê xwe didine bazarên modern, her diçe ew lokasyona bazara Sûrê lawaztir dibe.

 

Firoşkarê Taxa Sûrê, Ziya Tantekîn ji Rûdawê re ragihand: “Cejn tê; lê ji bo me wisa xuya ye, ku wê cejn neyê, bazara me ji kiryaran xalî ye, xelk hemû berê xwe didin navendên bazirganî yên modern, tevî ku buhayê kelûpelên me ji yê wan deran erzantir e jî; lê kesek nayê nav Sûrê”.

 

Gelek dikanên Sûrê ji ber şer û pevçûnên salên borî dergehê xwe dadan, yên ku mane bi darê zorê li ber xe didin, her çend şer di nav taxên Sûrê de bi dawî hatibe jî, firoşkar dibêjin ku; “ birînên me hîn jî cebar nebûye.”

 

Ehmed Ekîncî- Tomerîfiroş (komfiroş) derbarê rewşa bazara Sûr a Amedê de dibêje: “ Bazara Sûrê miriye, nema sax dibe”

Recaî Bîlicî - Tomerîfiroş (komfiroş) jî dibêje: “Şer û pevçûnan karê me hetikandin”

 

Firoşkar, Mûrat Bayrak jî got: “Xelk ditirse were vê derê, derûniya şer hîn li ser xelkê heye”

 

Liv û tevgera cejna qurbanê li nav bazarên nûjen an go molên modern bêhtir heye, molên ku li nav taxên Amedê yên  nû hatine çêkirin bêhtir kiryaran li xwe digirin, bervajiyê firoşkarên Sûrê, kiryarên molan dibêjin ku hilberînên bazarên modern ji sûkên kevnar erzantirin.

 

Kiryarê bi navê Dawid Ekmen dide xuyakirin: “Bazarên modern hem hênik in û hem jî buhayê hilberînên wan ji yên nav Sûkên berê erzantir e, ji bo me herî tişta girîng erzani ye, heke evder buha bûya emê nehatana”.

 

Li gor hîn kiryaran jî, sedemên lawazbûna bazarên kevnar ên Sûrê, ne tenê derûniya şer an jî ciyawaziya nirxan e.

 

Mihemed Yardım li ser vê mijatê dibêje: “Molên modern aram in, kesek nayê berî li te nagire û malên xwe bi darê zorê nafiroşe te, li bazarên Sûrê mirov dimeşe dikandar mirov digijgijînin, ji ber wê jî ev der baştir in”.

 

Li Bajarê Amedê di nav 4 salên dawî de 3 molên gir hatine çêkirin; û îsal jî hîmê mezintîrîn mola Amedê hate avêtin, tê çaverêkirin ku dê sala were ew jî were vekirin.