HESEKÊ – Gelek navend ketin destê YPGê

Hesekê (Rûdaw) – Di şerê Hesekê de hêzên kurdî gelek navendên leşkerî yên di bin destê hêzên rejîma Sûriyê de kontrol kirin.

 

Navenda Berevanî ya Nîştîmanî, Navenda Nûfûsê, Zîndana Navendî ya Heskê, ligel taxên Neşweya Rojhilat û Xuwiran di şerê Hesekê de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine kontrolkirin.

 

Şervanekî YPGê di vê mijarê de got, “Beriya şer hêzên rejîmê ji van navendan êrîşê hêzên me dikir. Weke YPG me jî li hember vê helwestê ev der ji destên wan derxist.”

 

Zîndana Navendî ya Hesekê di sala 1993ê de hatibû şewitandin û di nav de bi dehan ciwanên kurd jiyana xwe jidest dabûn ku ev yek jî weke birînek kûr bû di dilê gelê Rojavayê Kurdistanê de.

 

Endamekê Asayîşa Hesekê ya ser bi PYDê dibêje, gelek mirovên bê guneh û mazlûm di vî zîndanê de girtî bûn.

 

Navborî dibêje rejîmê girtiyên di vî zîndanê de weke mertalên zindî bikar dianî.

 

Li gorî rêkeftina di navbera TEV-DEM û hikûmeta Sûriyê de ku di bin çavdêriya Rûsyayê de pêk hatibû, dê asayîş parastina bajêr bigre stûyê xwe.

 

Herwiha bi vê biryarê Hêzên Berevaniya Nîştîmanî ya ser bi rejîmê ve hatine hilweşandin.

 

Li gorî rêkeftinê dê rêyên bajêr jî li pêşiya Artêşa Sûriyê vebin.