Mayîn di otomobîla pêşmergeyan de teqiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya qezaya Daqûq a ser bi Kerkûkê, bombeyeke vedayî di otomobîla pêşmergeyan de teqiya û pêşmergeyek şehîd bû.

 

Fermandarê Lîwaya 9emîna a Hêzên Pêşmerge Aras Ebdûlkerîm ji Rûdawê re ragihand ku, seet 05.05ê danê sibê, di dema derbasbûnê de bombeyek di otomobîla Hêzên Pêşmerge de teqiyaye.

 

Ebdûlkerîm da zanîn ku di encamê de pêşmergeyek şehîd bûye û 2 pêşmerge jî birîndar in.

 

Hêjayê gotinê ye ku qezaya Daqûqê 50 km li başûrê Kerkûkê ye û hejmara şêniyên wî nêzîkê 50 hezar kesan e.