TEV-DEM: Çi rê ji bo Girê Sipî û Kobanî baş be ewê bimeşe

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Fermandeya Giştî ya Lîwaya Siwar Elreqa biryara ku devera Girê Spî bi rêveberiya kantona Kobanî û bajarokê Silûkê jî bi Serêkaniyê ve hatiye girêdan, red kir, berpirsên kantona Kobanî dibêjin ev yek tenê cudahiya nerîna ne.

 

Endamê Komîteya Pêwendiyan ya TEV-DEMê li Kantona Kobanî Omer Elûş, di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re  ragihand ku ew rêz û hurmetê ji nerîna Siwar El-reqa re digrinê lê kîjan biryar di xizmeta welatiyên Girê Sipî û Kobanî de be, dê ew biryar bimeşe.

 

Fermandeya Siwar Elreqa di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû ku ew razî nabin Girê Spê bibe devereke girêdayî kantona Kobanî û ewê her girêdayî parêzgeha Reqayê bimîne.

 

Herwiha gotibû ku ew guhertina sînorên rêveberî li wê deverê red dikin.