Endamê serokatiya PDKê: Dema wan şîret li me kirin, min şerm kir!

27-08-2015
RÛDAW
Dilşad Şehab
Dilşad Şehab
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê serokatiya PDKê Dilşad Şehab diyar kir ku di civîna partiyên siyasî de li ser kirîza serokatiyê, ji şîretên rayedarên Amerîkî û Brîtanî şerm kiriye û giriyana wî hatiye.

 

Roja 18ê vê mehê, nûner û rayedarên 17 partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li ser kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê civiyan. Di wê civînê de alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Brett Mcgurk, nûnerekî Brîtanya û nûerekî NY jî beşdar bibûn.

 

Endamê serokatiya PDKê Dilşad Şehab, ku beşdarî wî civînê bibû, li ser naveroka wê civînê û şîretên rayedarên amerîkî û brîtanî ji Rûdawê re axivî û got, wan ji me re gotin “ji bo xatirê xwîna şehîdên xwe bibin yek û li hev bikin!”

 

Dilşad Şehab her wiha diyar kir ku dema wan ew şîret kirin, wî şerm kiriye û giriyana wî hatiye…

 

Şehab her wiha anî ziman ku ew şîretên amerîkî û brîtaniyan, gef û tehdîd bû çimkî piştî civînê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd got, we zanî wan çi gotin?! Wan ji me re gotin, eger hûn li hev nekin DAIŞ dê di nav 2 rojan de bi qirrka me bigire!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst