CHP: Di afata Çemê Botanê de 30 kes mirin

 

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê parlementerên Partiya Komarê ya Gel (CHP), dan xuyakirin ku di bûyera bendava Alkumrû de ne tenê 6 kesan, 30 kesan jiyana xwe ji dest daye.

 

Şanda CHPê ku ji Veli Agbaba cîgirê serokê CHPê, parlementer Ozgur Ozel, Nurettin Demir û Muharem Işik pêkhatî, karesata bendava Alkumrû ya ser çemê Botanê di cih de lêkolîn kirin. Şanda CHPê dîtinên xwe wek raporek aşkera kirin.

 

Rapor îro li Enqerê bi civîneke çapemenî hate ragihandin. Tê aşkere kirin ku,  4ê îlona 2011ê jî bê agahdarî devokên bendavê hatine vekirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

 

Di raporê de tê aşkerakirin ku li gorî gelê herêmê, di karesata dawî ya bendavê de 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û destnîşankirin ku, ji bûyerên berê ders nehatiye girtin.

 

Ozgur Ozelê Parlementerê CHPê yê bajarê Manisayê, daxuyanî da Rûdawê û rexne li Veysel Eroglu Wezîrê Karûbarên Av û Daristanan kirk ku wezîr gotiye, 100 metre nêzîkî warê seyranê sîrenên agahdariyê hebûn lê ev yek rast derneketiye û domand:

 

“Em çûn me cîhazên sîrenê vekirin lê di 600 metre dûr de bi zorê dengê wan dihat. Lê cihê seyranê ku bûyerê rû daye 3 hezar û 500 metre dûrê sîrenê ye. Dema em çûn cihê bûyerê bi tu awayê dengê sîrenê nedihat. Li gel me 15 kes hebûn û tu kesî deng nebihîst. Emê van agahiyan ji dozgerê lêpirsînê re jî bişînin. Dema doz bê vekirin emê herin Sêrtê û doze bişopînin.”

 

Roja 24ê tebaxê devokên bendava Alkumrû ku li ser çemê Botanê ye hatibûn vekirin. Kesên bo seyranê çûbûn qeraxê çemê Botanê ketibûn lehiyê. Hatibû ragihandin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

 

Her wiha, Odeya Endazyarên Avahiyê jî (IMO) ya Tirkiyeyê jî di heqê bûyerê de raporek amade kir. Li gorî raporê, welatiyên ku bi armanca hênikbûnê çûne çemê Botanê nehatine hîşyarkirin, tenê lewhayên sabît danîne, bergirî nebûn û ev hemû jî bûne sedemê komkujiyê.