Xelkê ji germayê bêzar dibe alternatîfên nû diafirîne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Germa Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê hema bêje piraniya hevwelatiyan li ser wê yekê hevdeng in ku havîna îsal zêde germ e û ew nizanin çawa xwe honik bikin.

Parêzgeha Rihayê yek ji deverên herî germ ê Bakurê Kurdistanê ye.

Termometre 44 pileyan nîşan dide û xelkê ku ji germê bêzar bûye ji bo honikkirinê xwe davêjin dorûberên Gola Masiyan û parkan ku dar û ber û av lê hene.

Pispor ji ber germê hişyariyê didin welatiyan û dibêjin di navbera demjimêrên 10 û 4ên nîvro de dernekevin derve.

Li gundê Qesirkê yê navçeya Kercewsa Êlihê jî gundî û cotkarên ji germê aciz bûne li nav erdê xwe çalek kolane û hewzekî avê çêkirine.

“Mejiyê mirovan dikele”

Cotkar Mehmet Emin Gunduz  got:

“50 pileyî derbas dike. Mejiyê mirovan dikelîne. Me ji ber germê ev hewz çêkiriye, em hem xwe honik dikin û hem jî erdê xwe av didin.”

Zarok û ciwanên gund jî demên xwe yên vala li wir derbas dikin û bi avjeniyê xwe honik dikin.

Welatî Abdurrahman Gunduz jî got:

“Me li vê derê hewz çêkiriye. Em bi hevalan re avjeniyê dikin û kêfxweş in. Em wexta xwe li vir derbas dikin.”

Ji aliyê din ve bi hatina havînê re li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê zêde bûne û welatiyên ku dikevin hewz, çem û golan canê xwe ji dest didin.

Berpirsên saziyan jî bi daleqandina tabelayan û hişyarkirina rasterast welatiyan ji metirsiyê agahdar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst