Li Rihayê qeza: Kesek mir û yek giran birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xelîliyê yai parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û motorsîklêtek li hev qelibîn di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî giran birîndar bû.

Otomobîla ku Şakir N. diajot li ser rêya di navbera Riha û Wêranşarê, li Taxa Şenocakê ya navçeya Xelîliyê li motorsîkleta Orhan Ay dajot xist.

Di qezayê de Orhan Ay canê xwe ji dest da û Gokhan Ay jî giran birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Gokhan Ay bi ambulansê veguhest nexweşxnayê.

Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kamerayeke çavdêriyê ve hatiye girtin.