Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê ji bo zêdekirina geştên balafirgeha Wanê meşeke bi navê“Wan nikare bifire” hat kirin.
Li parêzgeha Wanê li ber avahiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê hejmarek nûnerên saziyên bazirganî û sivîl û welatî civiyan û ji wê derê ber bi Qada Bajêr ve meşiyan.
Di meşê de pankartên wekî “Wan nikare bifire”, “Em nikarin biçin ser miriyên xwe” û “Aborî û geştyarî bi çûnûhatinê bipêş dikeve” hatin rakirin.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva derbarê mijarê de daxûyaniyek da.
Necdet Takva amaje bi wê yekê da ku nifûsa parêzgeha Wanê zêdeyî 1 milyonû 120 hezar kesî ye û xizmeta geştên asmanî têr nake.
Takva wiha pê de çû,"Ligel daxwaz heye hejmara geştên asmanî di navbera 10 û 12an de dimîne û ev hejmar têr nake.
Kêmbûna hejmara geştan bandoreke neyînî li sektora geştyariyê jî dike.
Kompanyayên geştyariyê li bajarê Wanê rêwiyên grûpan arasteyî balafirgehên din dikin an jî neçar dimînin geştên xwe betal bikin.
Kesên şîna wan hebe an jî nexweşên wan hebin jî rastî zehmetiyan dibin.”
Pirsgirêka kêmbûna geştên asmanî yên parêzgeha Wanê demeke dirêj e di rojevê de ye lê heta niha ti çareseriyek nehatiye dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse