Aloziya welatiyan û DEDAŞê: Cendirmeyan êrişî welatiyekî astengdar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li ser komkirina trafoyên elektirîkê di navbera welatiyan û karmendên DEDAŞê de alozî derket.

Herwiha cendirmeyan êrişî welatiyekî ku ji sedî 90 astengdar e kir.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û karmendên DEDAŞê doh bi ser  gundê Werga Xensê yê girêdayî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê  de girt.

Karmendên DEDAŞê bi hinceta deynan xwestin trafoyên elektirîkê yên cotkarên gund kom bikin.

Welatiyê ku ji sedî 90 astengdar e hat derbkirin

Xelkê gund nerazîbûn nîşanî DEDAŞê da û li ser vê yekê di navbera wan û karmendên kompanyayê de alozî derket.

Piştre cendirmeyan midaxale kir û êrişî gundiyan kir. 

Li gor Ajansa Mezopotamyayê, cendirmeyan piştî lêdanê ji gund 4 kesan desteser kirine.

Herwiha ji nêzîk ve gaza rondikrêj avêtine ser welatiyê bi navê Îbrahîm Aksoyî ku ji sedî 90 astengdar e û li wî dane.

Rapora derbkirinê wergirt

Aksoy piştî tundûtîjiya cendirme birîndar bû û bi birîndarî nîv demjimêrê di otomobîla cendirmeyan de hat ragirtin.

Piştre bi heman otomobîlê ew bir ambulsaneke ku li derveyî gund dihat ragirtin.

Welatiyê astengdar piştre bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê û li wê derê rapora derbkirinê wergirt.

Gilî kir

Parêzerê Îbrahîm Aksoy, Azat Satiboga ragihand ku wî derbarê êriş û tundûtîjiya cendirmeyan a li miwekilê xwe li Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê gilî kiriye.