Gundekî Silêmaniyê hat bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Gundekî nahiyeya Axçelerê yê navçeya Çemçemalê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Birêveberê nahiyeya Axçelerê yê navçeya Çemçemalê Hêmin Behcet li ser bombebaranê ji Rûdawê re axivî.

Hêmin Behcet got, “Îro saeta 12:00an dronekê devera gundê Tuteqelê bombebaran kir û ji ber bombebaranê şewat derket.”

Herwiha Hêmin Behcet da zanîn ku tîmên agirkujê çûne cihê ager û hewl didin agir vemirînin.

Heta niha nayê zanîn di encama bombebaranê de ziyanên canî hene yan na.

Nahiyeya Axcelerê 37 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Çemçemalî ya parêzgeha Silêmaniyê ye.

Ew der berê jî gelek caran hatiye bombekirin.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de li hemberî gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Di encama van operasyonan de şer û pevçûnên dijar derdikevin.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê rojane Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran dike.