Silêmanî - Ji ber bombebaranê agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li gundê Gelaleyê yê navçeya Mawet a parêzgeha Silêmaniyê agir bi daristanê derket.

Qeymeqamê navçeya Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re got ku şeva borî balafirên şer deverên gundê Gelalyê yê navçeya Mawetê bombebaran kirin û ji ber wê yekê agirekî mezin derketiye.

Hat ragihandin heta niha jî agir berdewam e.

Welatiyê gundê Gelaleyê Husên Gelaleyî ji Rûdawê re got, “Balafireke şer bi 3 mûşekan sînorê gundê me bombebaran kirin û agir bi pûş û palaxa herêma me ket.”

Husên Gelaleyî da zanîn di encama bombebaranê ti ziyanên canî cênebûne û ew hewl didin agir vemirînin.

Şeva borî deverên navçeya Çomanê ya Hewlêrê jî hat bombebarankirin.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re axivî û got:

“Artêşa Tirkiyeyê li deverê nahiyeya Qesrê ya navçeya Çoman, zozanên navçeya Sîdekanê û gundê Gelaleyê yê navçeya Mawatê rêze bombebaran kirin.”

Herwiha Kameran Usman da zanîn di wan bombebaranên artêşa Tirkiyeyê ti ziyanên canî cênebûne.

Li gorî CPTyê ji 15ê Hezîran heta 15 Tîrmehê di êrişên Tirkiyeyê de welatiyek birîndar bûye, 184 mlabat koçber bûne, 68 hezar donim, zeviyên çandiniyê û daristan şewitîne û 19 xanî jî wêran bûne.