Leyla Zana: Hew Kurdan aciz bikin!
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li hemberî girtina Kurdan ji ber govend û stranên Kurdî nerazîbûn nîşan da.
Di van çend rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta stranên Kurdî û govedan gelek kes hatin desteserkirin.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li ser hesabê xwe yê Xê nerazîbûn li hemberî vê yekê nîşan da.
Leyla Zaneyê got:
“Hew Kurdan aciz bikin! Eger hûn dixwazin em bi stranên Kurdî, bi def û zirne û bi sloganan dakevin qadan, em jî dê bi kêfxweşî bikin!”
Kürtlerin sınırlarını zorlamayın!
— Leyla Zana (@leylazanainfo) July 27, 2024
Hepimizi Kürtçe şarkılarla, davul, zurna ve sloganlarımızla alanlara, meydanlara çıkarmayı düşünüyorsanız, seve seve varız!