Partiyên Xirîstiyan û ENKSyê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir

2 demjimêr berê
Hisên Omer
Partiyên Xirîstiyan û ENKSyê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir
Partiyên Xirîstiyan û ENKSyê rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir
Nîşan ENSK Partiyên Xiristiyan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, Desteya Serokatiya Komîteya Hevahengî û Şêwrê ya partiyên Siryanî û Aşûrî şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) pêşwazî kir.

Şandeya ENKSyê ji Serokê ENKSyê Silêman Oso û çend endamên Desteya Serokatiyê û Emîndariya Giştî pêk hatibû.

Ji aliyê Komîteya Hevahengî û Şêwrê, her yek ji Berpirsê Rêxistina Aşûrî Gebriyel Mûşê, hevserokê Partiya Yekîtiya Siryanî Dr. Senherîb Bersûm û Endamî Desteya Cîbicîkar a Oartiya Aşûrî ya Demokrat Wail Mîrza beşdarî civîna her du aliyan bûn.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Siryanî Dr. Senherîb Bersûm ji Rûdawê re got, her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê kir ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Dr. Senherîb Bersûm wiha got:

“Di civîna navbera Komîteya Hevahengiyê û ENKS de, em li ser hinek mijarên ku ji bo her du aliyan girîng in rawestiyan.

Herwiha me behsa bihêzkirina vê pêwendiyê û bihêzkirina aştiya civakî di navbera pêkhateyên herêmê de kir.

Ev ji bo me tiştekî girîng û bingehîn e. Herweha jî mijara Sûriyeyê û girîngiya çareseriyeke siyasî li ser bingeha biryara navdewletî 2254 ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike."

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê ENKSyê Fêsel Yûsif, ji Rûdawê re got, ENKS dixwze li gel aliyên din kar ji bo bicihkirina biryara navdewletî 2254 bike.

Tevî ku Rêxistina Aşûrî beşek ji Îtîlafa Opozisyona Sûriyeyê ye û Yekîtiya Siryanî beşek ji Rêveberiya Xweser e lê aliyên Siryanî û aAûrî karin Desteyeke Hevahengî û Şêwrê bi hev re ava bikin.

Di civîna li gel ENKSê de, Dr. Senherîb Bersûm ragihand ku ew hewl didin karê desteyê bipêş bixînin da ku di paşerojê de bibe encûmenek an jî eniyeke neteweyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst