Li Erziromê 12 kes bi kuvarkan bi jehrê ketin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzirom Kuvark Jehr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê 12 kesên ku kuvarkên çolê xwarine bi jehrê ketin.

Li Taxa Şukrîpaşayê ya Erziromê 12 kesên ku kuvark kirîn bi xwarina wan bi jehrê ketin.

Tîmên tenduristiyê kesên bi jehrê ketîn veguhestin beşê Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk.

Niha ew 15 kesên ji malbatên cuda di beşê çavdêriya çir de tên dermankirin.

Bijîşka nexweşxaneyê Mevlana Gulê ragihad ku pêwîst e nexweş 96 demjimêran li jêr çavdêriya bijîşkan bimînin.

Mevlana Gulê got, “Niha metirsiyek li ser tenduristiyan nexweşan nine lê demjimêrên pêş dê çi bibe nediyar e.”

Bijîşk Gulê herwiha hişyarî da ku xelk her cure kuvarkan nexwin û bi taybet yên ku rengê wan hatine guherîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst