Li Minbicê di topbaranê de 6 kes birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Minbic Topbaran Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê de li gundên Minbicê 6 kes birîndar bûn ku 4 zarok in.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, komeke çekdarên Tirkiyeyê îro hewl da bikevin gundê Ereb Hesen û du komên din jî hewl da bikevin gundê Mehsenlî.

Herwiha du koman jî xwest bikevin gundê Cerad ên Minbicê.

Hewldanên wan ên bikevin van gundan, ji saet 01.30an heta saet 04.30an dewam kir.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva hewldanên çekdaran da û şerekî dijwar rû da.

Piştî bidawîbûna şer, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê gundên Um Cilûd û Ewn Dadatê topbaran kirin.

Di encamê de 6 welatî birîndar bûn ku 4 zarok bûn.

Navên birîndaran wiha ne:

 Eyhem Elûme (7), Nadir Elûme (6), Rîm Elûme (4), Cinad Elûme (3), Şaha Elî (28) û Şemsa El Reşad (60).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst