Çekdar û Erebên hawirde li Efrînê agir berdan çiyan

27-07-2024
RÛDAW
Çekdar û Erebên hawirde li Efrînê agir bi çiya xistin / Wêne: Ji dîmenan
Çekdar û Erebên hawirde li Efrînê agir bi çiya xistin / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Efrîn Agir Çiyayê Behîvê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê û Erebên hawirde agir berdan darên hinek gundên nahiya Meydankeyê ya navçeya Racoyê ya Efrînê.

Dîmen taybet ji Rûdawê hatine şandin û di dîmenan de diyar dibe ku agir bi çiyayê Behîvê yê navçeya Racoyê ya Efrînê ketiye.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, çekdarên mixalefeta Sûriyeyê û Erebên hawirde agir bi darên derdora gundên Meydankê û Şengêlê xistin.

Tenê Kurdên wan gundan hewl da agir vemirînin.

Heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin.

Di van rojên dawî de grûpên çekdar li çend deverên çiyayî yên Efrînê agir bi çiya xistine.

Herwiha li wan deveran jî grûpên çekdar daran dibirin û komirê jê çêdikin.

Lê berî çend rojan dema ku komir çêdikirin agir bi derdorê ket û li rûberekî berfireh belav bû.

Dîmenên taybet ji Efrînê ji Rûdawê re hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst