Li Kerkûkê bi çekan êrişî avahiya PDKyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kerkûkê bi çekan êrişa avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin.

Îro berdestê sibehê saet 03:00an avahiya Şaxa Sêyemîn a PDKyê ya li pişt bazara Ehmed Axa ya Kerkûkê hat gulebarankirin.

Berpirsê Şaxa Sêyemîn a PDKyê Aram Cebar li ser mijarê ji Rûdawê re got, “Şaxa me ya sêyemîn ji pişt ve hat gulebarankirin.

Pasewanên şaxê yekser bersiv da û ti ziyanek çênebû.”

Cebar wiha pê de çû, “Kesên ku gulebaran kirin peya bûn û piştî gulebaranê reviyan.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê hatin û li ser bûyerê lêkolîn kirin û kamerayên çavdêriyê kontrol kirin.”