Alî Yerlîkaya: Li Sêrtê 4 gerîlayan canê xwe ji dest da

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PKK Sêrt Xisxêr Dadgeha Federalî ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rdûaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku li navçeya Xisxêrê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Di van demên dawî de artêşa Tirkiyeyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyonên dijwar dane destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li navçeya Xisxêrê ya Sêrtê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyoneke bi navê “Gurz-2” li dar xistiye.

Yerlîkaya da zanîn ku di wê operasyonê de 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her çar gerîlayan bi vî rengî ne: Semra Ayverdi bi nasnava Benda Amed, Seyîthan Sencer bi nasnavê Baran Hemlîn, Yakup Nişo bi nasnavê Sarî îbrahîm, Bişenk Durmuş bi nasnava Destîna Botan.

Heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst