Li Amedê agir bi malekê ket: 5 kes bi jehrî ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket û 5 kes bi jehrî ketin.

Li kolana Yilmaz Guneyê ya taxa Medyayê ya navçeya Peyasê ji ber sedemeke nediyar agir bi xaniyekî ket.

Piştî agahdarkirinê tîmên agirvemirandin û tendirustiyê çûne cihê bûyerê.

Ji ber şewatê 3 jê zarok 5 kes bi jehrî ketin. Ev kes ji mala li qata 7an a heman avahiyê hatin rizgarkirin.

5 kesên ku bi jehrî ketin ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil hatin veguhestin.

Tîmên ku gihiştine cihê bûyerê agir vemirandin lê malê zerareke zêde dît.