Li Şirnexê qeza: Kesek mir, 3 kes birîndar in

Erbil (Rûdaw) - Li Şirnexê kamyonet û TIR li hev qelibîn û di qezayê da kesek mir û 3 kes birîndar bûn.

Kamyoneta bi plaqeya 65 AAU 414 ku Î.B. diajot û TIRa bi plaqeya 49 AAE 831 ku H.E. diajot li ser rêya Şirnex-Cizîrê li hev qelibîn.

Di qezayê da kamyonetê teqle da û di qezayê da E.B., dergûşa 5 mehî K.B. û şofêrên wesaîtan birîndar bûn.

Ekîbên tenduristî, îtfaiye û polîsan li ser îxbarê çûne cihê qezayê.

Birîndar piştî midaxeleya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li nexweşxaneyê dergûşa 5 mehî K.B. mir.